ÎranNûçeRojhilatanavin

Dêhqanî: Piştgîriya ji boykotên dijî Îranê binpêkirina hevgirtina cîhana Îslamê ye

Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, got: Welatên ku piştgîriyê didin boykotên Amerîkayê yên dijî gelê Îranê, rihê hevgirtina di navbera misilmanan binpê dikin.

Xulamhisên Dêhqanî, serokê taxima Îranê di 46`emîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Welatên Endamên Saziya Hevkariya Îslamî (OIC) li Ebûzebiyê, mixabiniya xwe ji ber guherîna armancên sereke ên Rêxistina Hevkariya Îslamî nîşan da û destnîşan kir: Hejmareka pirr kêm ji welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî, bi xerckirina pereyên zav dixebitin ku  vê rêxistina serbixwe û girîng a navnetewî bikin wek parek ji teşkîlata xwe ya siyaseta dervee ku ev kara wan bibe sedema bêhitibarî û bê erzişbûna derbeya vê rêxistinê.

Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, bi sekinîna li ser pêwîstiya dewama berçavgirtina mijara Filistînê wekî ewlewiyeta herî jorîn a li destûrxebata Saziya Hevkariya Îslamî, got: Îran îznê nade tu guherîneka nû a li asta cîhana Îslamê, bibe sedem ku fikirîn û baldariya ser mijara herî girîng û kevnar a ku em tûşî wê ne yanê mijara Filistînê were xalifandin.

Dêhqanî herwiha li bara terorîsmê jî got: Terorîsm û tundrêtî li gelek pişkan têk çûye û Îran şanaziyê li rola ku li têkbirina terorîstan hebûye dike.

Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, li dewamê li ser girîngî û pêwîstiya çaksaziya nijyara Saziya Hevkariya Îslamî û pêwîstiya beşdarî û hevkariya azad a hemî welatên endam bona biryardayîn û çalakiyên Saziya Hevkariya Îslamî pêgîrî kir.

46`emîn dewra Civînên Wezîrên Karên derve yên Saziya hevkariya Îslamî, roja îniyê bi serokatiya Ebdulah Bin Zayid Alê Nehyan, wezîrê karên derve yê Imaratê li Ebûzebiyê hate lidarxistin.

Başa dön tuşu