Larîcanî: Rola Îran û Rûsiye li warê rawestana li ber terorîzmê li navçê nayê îmkarkirin
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Îran û Rûsiye li warê raqwestana li ber terorîzmê li navça roleke ber bi çav dilîzin.
Li gorî rapora Ajansa nûçan a “MALA NETEW” Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro pêncşemê li hevdîtina bi Vyacheslav Volodin (Viyaçêslav Volodîn) serokê Dûmaya Rûsiyê li bajarê Volgogiradê ya Rûsiyê got: Li warê hevkariya pêşeyî di navbera Îran û Tûsiyê pêşketineke baş û ber bi çav çêbûye û hin pêşniyar jî hatine raberkirin û amadetiya pêwîst bo hevkariya zêdetir jî heye.
Larîcanî destnîşan kir. Bi bextewerî li warê tranzît û cotkariyê navbera Îran û Rûsiyê hevkariyên baş hebûne.
Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got ku emrê terorîstan li Sûriyê ber bi dawiyê diçe, loma emerîkî zext û zora ser Îran û Rûsiyê zêde dikin û ev boykot pêk anîn û eva nîşan dide ku pirsgirêka wan li cihekî din e.
Serokê Dûmaya Rûsiyê Vyacheslav Volodin jî li vê hevdîtinê bal kişand ser berfirehbûna hevkariyên parlemanî yên Rûsiyê û Îranê û got: Peywendiyên Îran û Rûsiyê bi lezgînî li halê berfirehbûnê ne û ji me re giring e ku biryar hatine dayîn li warê parlemanî û li asta pêkanîna qanûnê bikevin meriyetê.
Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bona beşdariya li civîna komîstyona hevpar a parlemanî ya Îranê û Rûsiyê, roja çarşemiyê bi taximekê re, berê xwe da Volgogiradê.
Hejmarek ji alîkarên wezîrê a karûbarên aborî û darayiyê û her wiha nûnerên parlemana Îranê li sefera çar rojî hevrêtiya Elî larîcanî dikin.