IraqNûçeRojhilatanavin

Eşkerekirina hewldana Emerîkayê bo alozkirina rewşa Besrayê

Berdevkê hevalbendiya Fath a Iraqê raghand: Emerîkî ji riya balyozxana xwe li vî welatî hewl didan rewşa Besrayê aloz bikin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr News`ê, û ji zarê Meyadînê, Ehmed El-Esedî berdevkê hevalbendiya Fathê got: Konsulxana Emerîkayê li Besrayê hin gef destpê kirin ku armanca wê dîktekirina nihêrîneke  siyasî li dijî berjewendiyên  neteweyî yên Iraqê bû.

El-Sedî her wiha got: Hişyariya gelê Iraqê komployên Emerîkayê işkest da.

Falih El-Xezelî yek ji nûnerên  parêzgeha  Besrayê jî got: Bûyerên ku li Besayê qewimîn nîşan didin ku konsûlgeriya Emerîkayê pêştir planek bo lihevxistina hevgirtina neteweyî li vê parêzgehê û kavilkirina  wê amade kiribû.

Wî her wiha got: Xwenîşandana parêzgeha Besrayê ewilî bi xwestekên  qanûnî û rastîn hevrê bû û hemî rayedaran piştgirî danê lê  bi hatina nifûziyan bo meydanê, agirberdana meqerên   partiyan, konûslgeriya Îranê û saziyên  iraqî nîşana  komployeke  berfireh bû.

Huseyn El-Esedî yek ji berpirsên  tevgera Îslamî ya Iraqê jî destnîşan kir: Rêxistinên  îstixbaratî yên Erebistana Siûdî, Îmarat, Emerîka û Brîtanya bi pêknîan  odeya operasyonê li Dubêyê bo îstifada xirab ji xwenîşandana  li Besrayê hewl didin ji ber dizanin ku dewleta pêşerojê berûvajiya xwsteka wan dê pêk were.

Besra li heftiyên  buhurî şehedê xwenîşandana gel bona protstkirina  bêkarî, kêmbûna  asta xizmetên  giştî û tenahiyê, kêmasiya av û cereyanê û gendeliya li saziyên  dewletî bûye.

Başa dön tuşu