EwropaÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Guhertinên navçeyê encama Mafên Mirovan li gorî welatên rojavayî ye

Serokê saziya dadweriyê ya Îranê guhertinên niha li Yemen, Filistîn, Sûriye û Behrêynê wek encama Mafên Mirovan li gorî welatên rojavayaî da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serokê saziya dadweriyê ya Îranê, ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî li civîna berpirsên bilind ên dadweriyê bal kişande ser salvegera Mafên Mirovan a islamî û got: Welatên islamî gerek sepandina çand, bîrdozî û nirxên welatên rojavayî qebûl nekin.

Ayetullah Amolî Larîcanî her viha got: Dewletên rojavayî û hevramanên wan Mafên Mirovan wek amorek ji bo sepandina siyasetên xwe li ser welatên islamî û ne-islamî bi kar tînin û di rastiyê da Mafên Mirovan bûye amorek ji piştgiriya ji nirxên ku ewna pesend dikin.

Serokê saziya dadweriyê ya Îranê got: Welatên rojavayî heta eger tûşî mijara herî xerab li warê Mafên Mirovan jî bên jê derbas dibin; Lê eger welatek li gorî xwesteka wan nemeşe, heta eger baştirîn rewşa Mafên Mirovan jî hebe bi êrîşên ji her alî va wî welatî dixin ber zextê.

Ayetullah Amolî larîcanî got: Welatên islamî erkeke xwe ya herî girîng hene û bi hebûna çavkaniyên zengîn divê li hemberî reftarên nemirovane yên welatên rojavayî bêdeng nemînin.

Pêncşemî, 4`ê Tebaxê roja Mafên Mirovan a islamî û Kerameta Mirovî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu