Êrişa mûşekî ya hêzên yemenî ser meqerên siûdiyan li perava rojavaya
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê îro pêncşemiyê mûşekeke balistîk a kurtmeznîl ber bi meqerên hevalbendiya siûdî li perava rojava ve avêtin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Fars News`ê, û ji zarê malpera Ensarullahê, ev mûşeka balistîk a kurt menzîl gelek xisarên canî û aborî li destdirêjkiran xist.
Yekîna mûşekî ya artêşa Yemenê û Ensarullahê çaremiyê şevê jî çar mûşekên balistîk avêtin ser başûrê Erebistanê ku hevgav ber bi cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li navça Elebê û rojavaya Meazê li parêzgeha Esîrê li Erebistanê ketin.
Qaweta berevaniyê ya artêşê û koîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê rejîm Siûdî li halê zêdebûnê ye.
Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.