Berhem Salih: Hewlêr û Bexda bila Helebçê avabikin
Serokkomarê Iraqê li sefera Helebçê destnîşan kir ku divê dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê, hemî hêza xwe bona gîhandina xizmetan bo vê navçê û çareserkirina pirsgirêkên Helebçê û bidestxistina mafên vê parêzgehê bi kar bînin.
Berhem Salih serokkomarê Iraqê ku duh sefera Silêmaniyê kiribû îro yekşemiyê 28 Cotmehê seredana Helebçê kir.
Wî li seredana Helebçê çû ser ziyareta goriyên bombebarana kîmyawî ya Helebçê û li press konferansekê got ku kirîna Helebçê wek parêzêgeh, peyameke giring ji aliyê dewleta Herêam Kurdistanê bûye û piştrastkirina wê jî ji aliyê dewleta Iraqê pir giringiya xwe heye.
Berhem Salih destnîşan kir ku divê dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê hemî hêza xwe bona gîhandina xizmetan û avedankirina Helebçê û çareserkirina pirsgirêkên vê navçê bi kar bînin.
Wî her wiha destnîşan kir ku divê Hewlêr û Bexda bona cihhatina mafên qanûnî yên Helebçê hewl bidin û ev parêzgeha bibe sembola avedankirin û jiyana hevpar a bi aşitî. Wî Helebçê xwediyê cih û şûneke siyasî, civakî, çandî û wêjeyî ya taybet li Iraq û Herêma da zanîn û got: Çand û wêja vê navçê ser hemî Herêma Kurdistanê û çend nifşên din bi bandor bûye.