Heşda Şebî sipasiya rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê li serketina li hember DAIŞ`ê kir
Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê ji rola Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha lubnanê li şerê li dijî DAIŞê sipasî kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebûmehdî El-Muhendes, cîgirê serokê Heşda Şebî roja duşemiyê bi munasibeta yekim salvegera serketina eskerî ya Iraqê ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi daxûyaniyekê serketina Iraqê ser DAIŞ`ê roja serketina viyana gel ser terorîstan û hemî alîgirên navçeyî û navneteweyî yên wê bi nav kir.
Ebû Mehdî El-Muhendis bal kişand ser vê yekê ku piştgirî û piştgiriya Komara îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê ji gelê Iraqê li şerê li hember DAIŞ`ê, nayê jibîrkirin û destnîşan kir: Ayetullah seyd Elî Sîstanî merceyê pilebilind ê olî yê Iraqê jî bi fetwaya cîhadê kefayî bona rawestana li ber DAIŞ`ê li sala 2014`an bû sedema azadkirina hêzên gelê Iraqê.
Ayetullah seyd Elî Sîstanî piştî êrişa DAIŞ`ê ser Iraqê û sernixûnbûna Mûsilê li sala 2014`an , fetwaya cîhada kefayî raghand ku li encama wê nêzîkî 1 milyon iraqî bona ku tevlî parêzvan û hêzên çekdar ên Iraqê bibibn, seredana navendên eskerî kirin. Vê fetwayê rewş bo pêkanîna Heşda Şebî ya Iraqê xweş kir.
Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê jî bi munsibeta yekim salvegera serketina ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê got: Gelê Iraqê dê tu carî îznê nede ku welatê wan bibe navend an derbasgeha terorîstan li navçê.
Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê 10 kanûna 2017`an serketian eskerî ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand.