NûçeRojhilatanavinSûriye

Esed: Xetera dorpêça aborî ya Sûriyê kêmtir ji xetera terorîzmê nîne

Serokkomarê Sûriyê li hevdîtina taxima Yekitiya Kêmînên Erebî ragihand ku xetera dorpêça aborî ya gelanî ya Sûriyê ji xetera kiryarên grûpên terorîstî kêmtir nîne.

 Li gorî rapora Fars News`ê, taxima Yekitiya Kêmînên Erebî îro sêşemiyê tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî.

Li vê hevdîtinê Esed ragihand ku  rewşa ewlehiyê û cinayetên grûpên tereorîstî kêmtir  ji xetera dorpêça  zalimene nîne ku li ser gelê Sûriyê hatiye sepandin gelê ku tevî van hemî aloziyan li ber xwe dane.

Serokkomarê Sûriyê her wiha got ku `Rola ku kêmîneyan li gihandina dengê xelkê li welatên din jibo rawestandina  şêr û dorpêça  aborî cih tînin, giring e û hevdîtinên wisa  peywendî û emegdariya  grûpên kêmîne bo welatê xwe nîşan dide`. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu