24 nêraziyên Sudanê ji aliye leşkerên ve welatê hatin kuştin
Komîta kivşkirina rastiyê ya dewleta Sûdanê şemiyê şevê raghand ku amara kuştinên nerazîbûnan li vî welatî gihlştiye 24 kesî.
Li gorî rapora IRIB News`ê, dozgeriya Sûdanê jî raghand ku lêkolînên xwe li bara kuştina van kesana despê kiriye.
Sûdan ji 19 kanûna buhurî ve şehedê nerazîbûna gelanî li dijî alozbûna rewşa aborî û zêdebûna buhayan bi taybet buhaya nan û ardûyê ye.
Rayedarên Sûdanî pêştir hejmara kuştiyên van nerazîbûnan li vî welatî 19 kes raghandibûn.
Eva li halekê ye ku Rêxistina Efûya navneteweyî li gor raporên eseh li bara kuştina nêzîkî 40 kesî li encama nearamiyên Sûdanê agahî daye.
Ev nerazîbûn li sê dehekên buhurî yên li Sûdanê neqewmîbûn. Nraziyan daxawaz sernixûnkirina hikûmeta Omer El-Beşîr dikin lê ew hela jî dixweze ser desthilatê bimîne.
Omer El-Beşîr ji sala 1993`an heya niha serokkomariya Sûdanê di destê xwe de heye ku li gor qanûnê dawîn dewra serokkomariya wî li sala 2020`an kuta dibe.