ÎranIraqNûçeRojhilatanavin
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gihîşt Tehranê
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Îranê. Ebdulmehdî dê bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û çend berpirsên din yên wî welatî re hevdîtin bike.
Qasekî beriya niha, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi yaweriya şandeka aborî û siyasî û serbazî gihîşt paytexta Îran-Tehranê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyan, Ebdulmehdî dê bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hinek berpirsên din yên Îranê re hevdîtin bike.
Wezîrên darayî, derve, bazirganî, neft, elektirîk û şêwirmendê encumena asayişa Iraqê, sererkanê artêşa Iraqê û çend berpirsên din yên hikûmeta Iraqê bi Ebdulmehdî re ne.