ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Kempêyna qedrzaniya ji Îranê li Diyala Iraqê

Kempêyna qedrzaniya ji Îranê li Diyala Iraqê ku bi hewldana Yekitiya alimên misilman ketiye rojevê, di dereqa heftiyekê de bi qasî 90 milyon dînarî alîkarî bo lehîlêxistiyên Îranê kom kir.

 Cebar El-Memûrî, Yekitiya alimên misilman li gotûbêja bi malpera nûçan a Bexda El-Yewmê re got: Diravê kombûyî ji vê kempêynê ku heya dawiya qeyrana lehiyê li Îranê bidome, xerca kirîna xwarek û pêdiviyên  xelkê bûye û bo zêde ji hezar malbatên  lehîlêxistî yên îranî bên şandinê.

  Hevgav koma Heşda Şebî ya Iraqê jî li navçên sînorî yên vî welatî li halê hevahengkirin û alîkariy bo aliyê îranî bo rêveberiya lehiyê ye. Koma El-Nucebayê jî li du rojên buhurî 100 trimbêlên hilgirê alîkariyên curbicur şand bo xelkê lehîlêxistî li Îranê.

 Li Lubnanê jî gelê misilman ê vî welatî alîkariyên  xwe bo navendên kivşbûyî yên komakirina alîkariyên gelanî bo lehîlêxistiyên îranî raber bikin ku ev navend rastî pêşewaziya berfireh a çîn û qatên curbicure gel hatiye.

  Ji ber barînên bê mînak ên vê dawiyê û rabûna  lehiyê li hin navçên bakur, rojava û başûrê Îranê, xisareta aborî û canî yê zav bi cih hişt, Rêxistina  pizîşkiya qanûnî ya Îranê hejmara cangoriyan 76 kes raghandiye.

Başa dön tuşu