Li girava Madeira ya Portekîzê otobêsa geştiyaran wergeriya û di encamê da 28 geştiyara mirin.
Ajansên navdewletî belav kirine ku îşev li girava Madeira Portekîzê otobêseke geştiyar wergeriyaye û di encamê da 28 geştiyar mirine. Herwiha hatiye gotin ku piraniya geştiyaran hemwelatiyen Almanyayê ne û nêzîkî 23 geştiyarên din jî birîndar bûne û rewşa birîndaran jî giran e.
Herwiha heta aniha nehatiye zanîn bê otobês ji ber çi hatiye wergerandin û hêzên emnî dest bi lêkolînê derbarê bûyerê da kiriye.