Azadkirina bajarê Zînaemê li başûrê Yemenê
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê karîn ku bajarê Zînaemê li parêzgeha Beyzayê li başûrê Yemenê tam azad bikin.
Yehya Serî, berdevkê artêşa Yemenê îro şemiyê got ku hêzên yemenî piştî çend rojan pevçûna bi endamên DAIŞ`ê û El-QAidê û her wiha hêzên hevalbendiya siûdî-îmaratî karîn ku serdestiya xwe ser bajarê Zî Naemê tewa bikin.
Serî her wiha got: Li vê operasyonê eşîrên Zînaemê jî li rex hêzên artêşê û komîteyên gelanî şêr kirin û xisarên giran li endamên DAIŞ`ê, El-Qaidê û hevalendiya siûdî- îmaratî ket.
Operasyona hêzên yemenî li bakurê parêzgeha El-Zale û başûrê parêzgeha Beyzayê ev pênc roj in ku destpê bûne û duh berdevkê artêşa Yemenê li bara azadbûna 250 km çar kunc û 100 gund li sê navçên parêzgeha El-Zaleyê agahî da.