Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li xwe mukir hat ku Îranê berpirsiyariyên xwe li li rêketina navokî cih anîne.
Li gorî rapora Reutersê, Yokiya Amano, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja duşemiyê li destpêka civîna demsalê ya Konseya hikimdarên ajansê got: Rêketina Navokî destkevta girring bo ceribandina rastiya navokî ye.
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê her wiha got: Rapora vê dawiyê ya wî li bara çavdêrî û ceribandina rasitiyê li Komara Îslamî ya Îranê li gor biryarnama 2231an a Konseya Ewlehiyê ya NY xebatên ajansê li welatê hanê li mehên buhurî digre ber xwe.
Civîna demsalê ya konseya hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ji îro heya îniyê li meqera vê ajansê li Viyena Otrîşê tê lidarxistin û hilkolandina rapora nû ya ajansê li bara dewama pêbendiya Îranê ser rêketina navokî tevî bêsoziyên aliyên din ji van mêhwerên behsa konseya hikimdaran e.
Amano li rapora xwe ya vê dawiyê ku piştî raghandina kiryarên dualî yên Îranê li hember binpêkirina soz û qirarên aliyên din ên rêketina navokî bi taybet Emerîkayê hat weşandin, cardinê pêbendiya tam a Têhranê ser rêketina navokî piştrast kir û bala xwe da ser raghandina biryarên nû ji aliyê Komara îslamî ya Îranê.