Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê cardinê teqez kir ku aliyên li rojava Asiyayê û Kendava Farsê bona girtina pêşiya alozbûna rewşa navçê ser hemdê xwe bin.
Li gorî rapora televîzyona Konseya Ewrûpayê, Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê, roja duşemiyê beriya beşdariya li civîna wezîrên derve û berevaniyê yên YE li Lokzamburgê li nav koma nûçegîhanan got: Çawa ku me pêştir jî raghandiye em dixwezin aliyên li navça rojava Asiyayê ser hemdê xwe û maqûl bin.
Civîna wezîrên karên derve û berevaniyê yê Yekitiya Ewrûpayê roja Duşemiyê li Lokzamburgê bi armanca hilkolandina aloziyên zav li navça rojava Asiyayê û behs û nîqaşa ser bûyera teqîna du niftkêşan li deryaya Umanê hat lidarxistin.
Her wiha hatiye gotin ku yek ji mijarên giring ên vê civînê oltîmatoma 60 rojî ya rêketina navokî ya Îranê be.
Nêzîkî 40 rojan berî niha Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi weşandina daxûyaniyekê tevî şermezarkirina Emerîkayê ji ber derketina ji rêketina navokî, ji welatên mayî li vê hevhatinê jî ji ber sersariya li cihanîna berpirsiyariyên xwe bi tundî ew rexne kir.
Îranê her wiha li daxûyaniya xwe şêst rojan derfet dabû welatên mayî li rêketina navokî ku berpirsiyariyên xwe bi taybet li warên bankî û niftê cîh bînin û ger di vê midehê de welatên hanê nekaribin xwestekên Îranê dabîn bikin li qonaxa din Têhran dê parastina sînorên têkildarî asta zengînkirina uranyomê û kiryarên nûjenkirina reaktora ava girana Erakê jî rawestîne.
Lê pêştir Yekitiya Ewrûpayê wek berteka li hember moleta 60 rojî ya Îranê bo cihanîna berpirsiyariyên bankî û niftî raghandibû ku tu moletekê ji aliyê Têhranê qebûl nake.