CîhanNûçe

Li Rûsyayê 481 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û li heman welatî heta naha zêdetir ji 65 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 17.01.2021ê li Rûsyayê 23 hezar û 586 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheştiye 3 milyon û 568 hezar û 209 kesan.

Herwaha li Rûsyayê 481 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li wî welatî geheşte 65 hezar û 566 kesan.

Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 2 milyon û 960 hezar û 431 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne

Başa dön tuşu