IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm: Rewşa Mûsilê diltezîn e

Fuad Mesûm serokomarê Iraqê li hevpeyivînê got: Rewşa însanî li Mûsilê “Diltezîn` e û egera wê jî ev e ku têrorîst xelkê wek Mertala Zindî bi kar tînin; Lewma aqilê me dibêje ku ev bajar divê di destê têrorîstan da nemîne û bibe navenda çalakiya wan. Têkoşîna li hemberî têrorîstan pêwîst e û vê têkoşînê jî xerc û zehmetiya xwe heye.

Mesûm got: Em nikarin bêjin ku piştî şerê Mûsilê êdî şer û pevçûna tayfetî naqewime; Hin partiyên siyasî hene ku xwe li paş dirûşmeyên tayfetiyê vedişêrin; Lewma piştî şerê Mûsilê divê karên girîng bên kirin ku aştiya neteweyî di serê van karan da ye.

Wî her wiha got: Ez difikirim ku hebûna DAIŞ`ê wek hêzeke çekdar li ser erdê wê di heyameke kurt da bi dawî were.

Serokomarê Iraqê got: Ji bo serketina li hemberî DAIŞ`ê wek rêxistinek ku çalakiya xwe didomîne, demeke zêdetir pêwîst e.

Mesûm her wiha got: Sebaba vê gotinê jî ev e ku DAIŞ`ê tevê hêzeke çekdar nîne; Belkî bîrdoziyeke têrorîstî ye ku bi teşeyên cûrbicûr xûya dibe.

Başa dön tuşu