ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbzade: Çekên welatên Rojavayî sedema sereke ya bêaramiya li Kendava Farisî ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê çekên fransî, li kêleka çekên din ên rojavayî, sedema sereke ya bêaramiya li Kendava Farsê da zanîn.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro bertek nîşanî gotinên serokomarê Fransayê Emmanuel Macron da û got: Lihevkirina Navokî peymanek pir alî ya navneteweyî ye ku bi Biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya NY ve hatî piştrastkirin û pejirandin ji ber viya ti gotûbêjeke din ser wê nayê kirin û aliyên wê jî diyar in û neyên guhertin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  bal kişand ser derketina Amerîkayê ji  Lihevkirina Navokî û got: Amerîka ji vê peymanê vekişiyaye û Ewropa nekariye wê biparêze û ragire heke daxwazek ji bo vejandina wê û parastina wê hebe, rêçareya wê hêsan e. pêdivî ye ku Amerîka vegere ser Lhevkirina Navokî û hemî cezayên li gor peymanê û yên xeyrî wê ku di dema serokomariya Trump hatibûn sepandin, rake.

Xatibzade amaje bi firotina çekên girseyî ji hêla Fransa ve ji bo welatên dorhêla Kendava Farsê kir û got: “Ger rayedarên Fransî ji firotina çekên xwe yên mezin ji welatên Erebî yên dorhêla Kendava Faris re bi fikar in, çêtir e ku siyasetên xwe li ber çavan bigirin.”

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku çekên fransî, li kêleka çekên din ên rojavayî, sedema qirkirina bi hezaran yemeniyan e û got: Sedema sereke ya bêaramiya li Kendava Farsê, ev çekan in û bêyî ku şandina van çek û sîlahan ji aliyê Fransa, Amerîka, Brîtanya û welatên din werin rawestandin, kes nikare hêviya aştî û ewlehiyê li navçê bike. 

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Parîs ji nûçegihanan re axivî, banga beşdariya hin welatên herêmê yên wekî Erebistana Siûdî kir ku di danûstandinên navokî yên muhtemel bi Komara Îslamî ya Îranê re beşdar bibe.

Başa dön tuşu