IraqNûçeRojhilatanavin
Parlemana Iraqê xebata partiya Beis qedexe kir
Parlemana Iraqê xebata partiya Beis a vî welatî ku ji sala 1968 hetanî 2003 li Iraqê bi deshilat û serdest bû, qedexe kir .
Parlemana Iraqê qanûnek pejirand ku li gor wê qanûnê xebata partiya Beis û partiyên din ên têkçûyî li vî welatî qedexe dike.
Ev qanûna hanê ku duh şemiyê li parlemana Iraqê hate pejirandin pêşiya xebata partiyên ku xebatên terorîstî û tekfîrî dikin û pêşiya xebata wan partiyên ku li nijadperêziyê dest hene hate girtin.
Gor vê qanûna nû ku li nav parlemana Iraqê hate pejirîn, pîşiya xebata partiya Beise vî welatî û her bere yan aliyekî siyasî ku piştevaniya vê partiya sernixûn bike tê girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)