Zerîf: Rêketinnama navokî bo Îranê ciyê serbilindiyê bû.
زەریف: ئێران لە رێککەوتنی ناڤۆکی دا سەربەرزانە جووڵاوە
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Siyaseta Komara islamî ya Îranê li îmzakirina rêketinnama navokî tev grûpa 5+1 , siyaseteke bi serbilindî bû.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna îro ya birêveberên Binyada Şehîd û karûbarên cangoriyan li Têhranê destnîşan kir, Îranê li sê dehekên bihurî qudretekî mezin li navçê aniye dest û bona bi dest anîna vê qudretê gelek zextûzor dît ku xîm û binyatekî vê hêz û qudretê piştevaniya ji xelkê û bereya berxwedanê li navçê bû.
Zerîf bal kişande ser viya ku kes nikare li cîhanê îdia bike ku li prosa rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 kerameta Îranê nehatiye berçavgirtin û got: Komara islamî ya Îranê peywendiyekî baş tev welatên cîhanê heye û eva bi menaya xwetêkeliya nav karûbarên welatên cîhanê nîne belkî bi menaya piştevaniya ji berxwedanê ye.
Zerîf destnîşan kir; Birek ji welatan yên navçê ku ji tesîra Îranê li navçê ditirsiyan, dosiya navokî ya Komara islamî ya Îranê kirine mihane û welatên rojava jî herçend fitwaya rêberê giranqedre inqilabê ku Îran qet bi fikra çêkirina çekên navokî nîne, bihîstin lê dîsa jî bi dû mihaneyên dijî îranê digeriyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)