NûçeRojhilatanavinSûriye
3 gundên derdora Minbicê hatin azadkirin
Hêzên Sûriya Demokratîk bi azadkiriina 3 gundên derdora bajarê Minbicê û paqijkirina wê amadeyî destpêkirina operasyona ber bi bajarê El-Babê ne. DAIŞê jî jibo rawestana li ber van operasyonan bi sedan kes ji endamên xwe ber bi El-Babê şandin.
Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên Sûriya Demokratîk piştî paqijkirina bajarê stratejîk a Minbicê li bakurê rojhilata parêzgeha Helebê, operasyoneke nû jibo azadkirina gundên derdora vî bajarî destpê kirin ku xetera êrişa duabre ya terorîstan kêm bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)