15-mîn Civîna Yekitiya Radyo û Televîzyona Asiya û Oqyanûsiyê AIBD`yê îro bi mazûvaniya radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê tê lidarxistin.
Civîna komîta stratejîk a vê civatê ji vê sibê ve destpê bûye û mersima destpêbûna vêbuyera girîng a medyayê jî îro berêvarê li hola civînên navneteweyî ya radyo û televzîyonê tê lidarxistin.
Ev buyera giring a medyayê heya roja şemiyê 27`ê Tebaxê dê bidome.
Saziya geşatiya radyo û televîzyonên Asiya-Oqyanûsiyê li sala 1977`an û bin çavdêriya Rêxistina zanistî û çandî ya NY hat damezrandin.
Ev saziya rêxistineke navdewletî ye û xizmetan raberî welatên endamê komîsyona Asiya-Oqyanûsiyê ya konseya aborî û civakî ya NY dike.
Dewleta Malizyayê mazûvanê vê saziyê û nivîsgeha wê li bajarê Kowalalampûrê ye .
Civîna Tehranê bi beşdariya nunerên radyo û televzîyona 17 welatên endam li Têhranê derfteke baş jibo raberkirina hevkariyên navneteweyî û berhemên hevpar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)