ÎranNûçeRojhilatanavin

Çêkirina berfireye qayiqên cengê ji aliyê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî va

Feramndarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamiya Îranê ragihand ku qayiqên cengê yên bi leza 80 Knot`î bi awayekî berfire ji aliyê vê hêzê va tên çêkirin.

Serdar deryavan Elî Fedewî, fermandarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê duh êvarê li bjarê Têhranê li koma nûçegihanan got ku bilî çêkirina berfire ya qayiqên cengê yên lezgîn di sala buhurî da, em ê asta çêkirinê îsal zêde bikin.

Serdar deryavan Elî Fedewî, Amerîka hegera hemî bêewlehîtiyên li deverê nasand û got: Heke amerîkî desta ji maceraheziyên xwe bikêşin, tu pirsgirêk û bêewlehîtiyek li deverê pêk nayê.

Feramndarê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamiya Îranê her wiha got: Piştî girtin û azadkirina hêzên amerîkî li Kendava Farsê, tu meseleyek ku têkildarî Îranê be û bibe sedema bêewlehîtiyê li deverê, neqewimiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu