Şehadeta ciwanekî filistînî li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê
Eskerên siyonîst ciwanekî filistînî li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê şehîd kirin.
Li gorî rapora El-Alamê, ev ciwanê filistînî roja înê li encama gullevaêtina eskerên Rejîma Siyonîstî li bajarê Ramullahê li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê şehîd bû.
Hevgav li Beyt Lehmê jî du ciwanên filistînî bi derba gulla eskerên siyonîstî birîndar bûn.
Siyonîstan bi êrişa ser kempa El-Dehîşê bi ciwanên filsitînî re ketin pevçûnê ku du kes ji wan bi gullên eskerên siyonîstî birîndar bûn.
Eskerên siyonîst her wiha bi êrişa ser mala Meaz El-seyfî hêsîrê filistînî li Beyt Lehmê mala wî geriyan û dê û xûşka wê binçav kirin.
Herwiha hêzên îsraîlî bi êrişa ser kempa El-Erûbedo ciwanekî filsitînî li bakurê bajarê El-Xelîlê girtin.
Ji Xezeyê jî hatiye ragihandin ku siyonîstan bi êrişa er masîgirên filsitînî û girtina yek ji wan agirbesa navçê binpê kirin.
Siyonîstan jibo bidestxistina armancên xwe yên berfirehxwaziyê hertim bi şehîdkirin, birîndarkirin an girtina filistîniyan bi mehna çekdarbûna wan zextê tînin ser filsitîniyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)