Îran îzna tranzîta madên narkotîk nade

Fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê got : Îran li çarçêva rawestana li ber madên narkotîk bo welêt, îzna tranzîta van madana nade welatên din û Ewrûpayê.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Qasim Rizayî fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiyê ya Îranê roja duşemiyê li hevdîtina Ehmed Qorbanov balyozê Tirkenistanê li Tehranê tekez kir: Îran li bereya pêşengê rawestana li ber madên narkotîk e û bi micidî li hember sewdakirên mirinên radiweste.
Serdar Rizayî bal kişand ser tecrubên Îranê jibo rawestana li ber grûpên terorîstî û sewdakirên mirinê û got : Îran dikare tecrubên xwe bide ber destê sînorvanên welatê dost û cînarê xwe Tirkmenistanê. Fermandê sînorvaniyê yê hêza ewlehiya Îranê her wiha jibo lidarxistina yekim civîna hevpar a sînorvanên Îran û Tirkmenistanê amadetiya xwe ragihand.
Ehmed Qurbanov balyozê Tirkmenistanê li Têhranê jî li vê hevdîtinê got : Peywendiyên Îran û Tirkmenistanê li cîhanê nimûne ye û ti kes nikare li van peywendiyên bi hevaltî û kûr valahiyan çê bike.
Balyozê Tirkmenistanê li Têhranê her wiha dewetnameya fermandê sînorvaniya vî welatî raberî serdar Rizayî jibo beşdariya li mersimeke mezin û giring li Tirkmenistanê kir û got : Ev sefera dikare derfeteke baş jibo destpêkirina hevkariyên berfirehtir ên sînorvanên du welatan be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)