ÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşbûna rê ji bo sermayedanîna biyanî li Îranê

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja duşemiyê li civîna konseya idarî ya bajarokê Golpayganê, li parêzgeha Isfehanê li navenda Îranê, her wiha got: Wergirtina sermayedanîna derveyî û navxweyî li planên avedankirinê, wê hemû meseleyan çareser bike û wê bibe sedema geşepêdana Îranê û divê her kes bona wergirtina sermayeyê, pêngavan bavêje.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, herwiha li ser bikaranîna şiyanên beşa sivîl û anîna sermaya derveyî sekinî û got: Piştî hevhatinnama navokî, zêde ji 60 mîlyard dolar, xetên krêdîtê ji aliyê hin welatan ve bona cihanîna projeyan li Îranê hatine vekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu