Rêçereya eskerî nikare kirîza Sûriyê çareser bike
Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê Erebî-Afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev kanala 2`ya telivîzyona Îran destnîşan kir ku bona çareserbûna kirîza Sûriyê pêwîst e ku xelkê vî welatî bi xwe biryarê bigrin
Alîkarê Erebî-Afrîqayî yê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir; Eva ku kirîza nav Sûriyê dirêj bûye, hegera viya dizivire ser vê bawerê ku hinek aliyên siyasî yên navçê bawera wan wisa ye ku dibêjin rêçareya çareserbûna vê kirîzê tenê rêçareya eskerî ye.
Cabiriyê Ensarî destnîşan kir; Kirîza Sûriyê êdî meseleyeke sûrî yan navçeyî nîne û bûye pirsgirêkek navnetewî û ji ber hebûna gelek aliyên siyasî yên ku li ser Sûriyê biryarê didin, loma rewşa nav vî welatî li hev aliyayî ye.
Cabiriyê Ensarî li kutahiya gotinên xwe da ragihand ku êrişa firokên şêrr ên Amerîkayê ser pêgeha artêşa Sûriyê li Dêyrezûrê şaşitî nebûye û plana vê êrişê ji berê va hatibûye darêştin.
Di heftiya buhurî da firokeyên şêrr ên Amerîkayê çeperên hêzên sûrî li çiyayê Serdeyê û derdora firokexaneya Dêyrezûrê dane ber bomban û herîkêm 62 serbazên sûrî kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)