IraqNûçeRojhilatanavin
Keşfkirina grûpeke terorîstî li paytexta Iraqê
Endamên grûpeke terorîstî ku dil hebûn operasyoneke terorîstî li meha Muheremê cih bînin li rojava Bexdayê paytexta Iraqê hatin girtin.
Li gorî rapora malpera iraqî ya Sumeriye Newsê, Rêxistina Îstixbarata eskerî ya Iraqê roja yekşemê li bara girtina endamên komeke terorîstî li navça El-Xezaliyê li rojava Bexdayê agahî da û ragihand ku endamên vê komê dil hebûn welatî û dezgehên ewlehiyê li meha Muherema îsal bidin ber êrişên xwe.
Rêxistina îstixbaratî ya eskerî ya Iraqê ragihand ku gelek çek û sîleh, bombe, cebilxane, kampiyûter û trimbêlên wan ku jibo cihanîna operasyona terorîstî dihatin xebitandin ji destê vê grûpê hat girtin û zevtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)