ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Herêma Kurdistana Iraqê Vîzaya Newrozê bo îraniyan bi armanca sefera bo vê herêmê di dem û rojên Newrozê da belaş ragihand

Herêma Kurdistana Iraqê Vîzaya Newrozê bo îraniyan bi armanca sefera bo vê herêmê di dem û rojên Newrozê da belaş ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, bi fermana Kerîma Sencarî serokê rêvebiriya karên navxweyî li Herêma Kurdistana Iraqê, ji roja şemiyê va heta 12ê meha Ferwerdîna sala 1397an a Koça Tavî (2ê Nîsana 2018an) îraniyên ku sefera Herêma Kurdistana Iraqê bikin, dê ji dayîna xercê vîzayê bên miafkirin.

Li gorî vê fermanê, îraniyên ku di vê heyamê da herin Herêma Kurdistana Iraqê, dê xercê 25 hezar dînarî ji bo wergirtina vîzayê nedin.

Herêma Kurdistana Iraqê hewil dide ku bi vî karî, bala geştyar û tûrîstên îranê di dem û rojên Newrozê ji bo sefera bo vê deevrê bikişîne.

Danûstandinên gelê Îranê û gelê Herêma Kurdistana Iraqê ji ber mijarên hevpar ên çandî û zimanî baş û kevnare ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu