ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Adil Cubeyr: Komara Îslamî ya Îranê çekan dişîne Yemena dorpêçkirî

Adil Cubeyr, Wezîrê rawêjkarê karên derveyî yê Erebistana Siûdî li Moskovayê îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê çekan dişîne Yemena dorpêçkirî.

Wezîrê rawêjkarê karên derveyî yê Erebistana Siûdî îdia kir ku mûşekên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê bi merema berevaniya ji xwe kewkî aliyê Erebistanê dikin, yên Îranê ne.

Wezîrê rawêjkarê karên derveyî yê Erebistana Siûdî her wiha got:  Riyazê derbarê Îranê bi Konseya Ewlehiyê ya NY ra rawêjkarî kiriye.

Erebistanê hevrê digel Imarat û Amerîkayê di mehên dawî da gellek hewil dan eku Komara Îslamî ya Îranê bi şandina çekan bo Yemenê tawanbar bikin; Îdiaya ku bi caran ji aliyê rayedarên yemenî va hatiye derewandin.

Ev tawana bêbingeh jibo nixûmandina serneketinên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li hemberî hêêzn artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê tên hilêxistin.

Başa dön tuşu