IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî, boykotkirina kesayetiyên iraqî şermezar kir

Serokwezîrê dewletê pêşdebirina karûbaran li Iraqê, raghandina navê hejmarek ji kesayetî û fermandeyên iraqî li lîsteya boykotên Emerîkayê şermezar kir.

Wezareta xizînedariya Emerîkayê vê dawiyê çar kesayetî û fermandên iraqî bi navên Xemîs Ferhan El-Xencer Al-Îsawî, Lêys El- Xezelî, Qêys El-Xezelî û Huseyn Felah El-lamî  xistiye nav lîsteya boykotan. 

 Li gorî rapora roja yekşemiyê IRNA`yê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê dewletê pêşdebirina karûbaran li Iraqê weke berteka li hember vê kiryara Emerîkayê diyar kir: Fermande û kesayetiyên iraqî, rola siyasî ya tam berbiçav û giring li rawestana li ber terorîsma DAIŞ`ê hebûne û hene. Xelkê bajarê Bexdayê jî êvara roja duşemiyê bona protestokirina danîna navê van sê fermandeyên Berxwedana  Îslamî û Heşda Şebî nav lîsteya boykotên Emerîkayê xwenîşandaneke berfireh li darxistin. 

 Dewleta Emerîkayê pêştir jî tevgera El-Nucebaya Iraqê û şêx Ekrem El-Kebî, sekreterê giştî yê vê tevgerê ku beşek ji hêzên Heşda Şebî ye, danîbû nav lîsteya boykotên xwe. 

 Boykotên Emerîkayê li halekê li dijî komên ser bi Heşda Şebî cih tên ku vê rêxistinê li nav rêziknameyên  dewleta Iraqê beşek ji hêzên çekdar ên vî welatî tê hesabê. 

Başa dön tuşu