EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Vekirina nivîsgeha Yekitiya Ewrûpayê li Têhranê demeke dirêj dixweze

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Avakirina nivîsgeha Yekitiya Ewrûpayê li Têhranê demeke dirêj dixweze û nikarin wextekê jibo cihhatina vê meselê texmîn bikin.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li bersiva pirsa nûçegihanê IRIB News`ê li bara peywendiyên navbera Îran û YE û vekirina  nivîsgeha YE li Têhranê got: Mijara vekrina nivîsgeha YE li Têhranê ne behseke teze ye û hilkolandina  vê meselê jî mîna mijarên din ku navbera Îranê û Ye dikevin rojevêm demê dixweze.

Qasimî bal kişand ser vê yekê ku dewra dudiyan a muzakirên Îran û YE çarşemiya tê li asta wezîrên karên derve  yê Îranê û alîkarê berpirsa siyaseta derve ya YE li Brukselê tê li dar xistin û got : Li vê dewra gotûbêjan çawa ku pêştir jî hatiye ragihandin her du alî dê ser mijarên curbicur gotûbêjê bikin ku ji wan dikarin amajeyî bi peywendiyên dualî navbera Îranê û YE, hilkolandina  pirsgirêkên ku ser riya  berfirehkirina  bi zûtirkê ya  peywendiyan heye û her wiha  çawaniya  çareserkirina wan bikin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: hilkolandin û biryardayîna li bara hin meselan li gor sûd û ziyana wan hevceyê demeke zêdetir e û mesela avakirina  nivîsgeha YE li Têhranê jî li vê çarçowê tê nirxandinê û nayê texmînkirin ku dê kengî ev yeka serê xwe bigre.

Berdevkê dezgeha dîplomasiya Îranê her wiha li bara sefera îro ya serokê dezgeha dîplomasiya Îranê bo Lubnanê û çend welatên ewrûpî agahî da û got: Piştî bijartina  serokkomarê nû yê Lubnanê, têkiliyên navbera her du aliyan û şêwirînên berdewam û her wiha  rewşa nû ya li vî welatî pêwîst dikir ku  rayedarên Îranê sefera vî welatî bikin.

Qasimî got: Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina  Mîşel Ewn serokkomar û rayedrên din partî û kesayetiyên  siaysî yên Lubnanê li bara meselên  dualî û alugurên  navçê ji wan  Sûriyê bişêwirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu