ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî: Em bibiryar in ku di sefera nêzik a Rûhanî bo Iraqê mijarên stratijîk çareser bikin

Serokwezîrê Iraqê qala sefera bi zûtirkê ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê kiriye û destnîşan kiriye ku jibo çareserkirina mijarên stratijîk navbera du welatan bibiryar in.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Bexdad El Yewmê, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê êvara roja Sêşemiyê li konferansa xwe ya nûçeyî ya hefteyî piştî lidarxistina civîna desteya dewletê ragihand ku Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi zûtirkê sefera Iraqê dike.

Serokwezîrê Iraqê di vî warî da her wiha destnîşan kir ku ewna bibiryar in di pêvajoya sefera nêzikdem a Rûhanî, miajrên stratijîk navbera du welatan çareser bikin.

Ebdulmehdî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku têrorîstên DAIŞê li Sûriyê hatine dorpêçkirin û ji ber vê yekê jî hewil didin ku her cûre riyeka revê peyda bikin, tevî vêya emê îzna karekî visa nedine wan, got: Dewleta Iraqê bi malbatên çeteyên DAIŞê li Sûriyê ra bi awayekî bi baldarî û bi armanca misogerkirina ewlehiya welêt tevdigere.

Abdulmehdî her wiha qala hebûna vexwendinameyên dualî jibo seferên fermî ya rayedarên Iraqî û Misrî kiriye û derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li axa welatê xwe jî careka din destnîşan kir: Hêzên biyanî li Iraqê hindik in û erka wan tenê perwerdehiya leşkerî û têkoşîna dijî DAIŞê ye.

Serokwezîrê Iraqê tevî ragihandina vê yekê ku Konseya Têkoşîna dijî gendeliyê kiryarên xwe dest pê kirine û li dû beşdariya rêxistinên medenî jibo piştevaniya ji Konseyê ne, got ku zimhêrên avê li welêt zêde ne û ji ber vê yekê jî demsaleke baş jibo cotkariyê pêşbînî dike.

Başa dön tuşu