CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî serdana Kuwêtê dike

Serokwezîrê Iraqê serdana dewleta Kuwêtê dike û li gel emîrê Kuwêtê dê bicive.

Îro 21.05.2019ê çapemeniya Iraqê belav kir ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dê roja çarşemê 22.05.2019ê ango sibe serdana Kuwêtê bike.

Adil Ebdulmehdî di serdana xwe de li gel emîrê Kuwêtê Sebah Ehmed El Cabîr El Sebah û berpirsên payebilind ên welat dê bicive.

Yek ji mijarên civîna serokwezîrê Iraqê ya li gel berpirsên payebilindên Kuwêtê jî, ava kirina yekdengiye bo ragirtina nakokiyên navbera Amerîka û Îranê li rojhilata navîn.

Başa dön tuşu