ÎranNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Îlamê agir berbû nexwaşxaneya Taleqanî

Li gor nûçeya malpera Mîhr, îro 28.11.2018ê agir derdora demjimêrên 10:00ê de agirek mezin li odeyeke emeliyatê ya nexwaşxaneya Taleqanî ya Îlamê pêketiye û hêzên beşa lezgîn mijûlin ku bi ambulansan nexwaşan veguhêzin bo cîheke din.

Malpera Fars jî vê derbarê de ragehand, agir li odeya MRI pêkhatiye û ji ber wê jî kesek şewitiye û zanyariyên zêdetir vê derbarê de nehatine belav kirin.

Herwaha hat zanîn tîmên agirkuj mijûlê kontrol kirina agir in û heta naha hûrgirliyên zerer û ziyanên madî û giyanî nehatine dayîn. Herwaha derbarê sedemên şewatê de jî tu zanyariyek nehatiye belav kirin.

Başa dön tuşu