IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî sibê pêncşemê bi minasibeta Cejna Newrozê betlaneya fermî li Iraqê ragihand

Li gor IRNA, Adil Ebdulmehdî şeva borî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja pêncşemê bi minasibeta Cejna Newrozê li Iraqê betlaneya fermî ye.

Her sal li gelek deverên Iraqê bi taybet li Kurdistana vî welatî  Newroz bi coşeke zav tê pîrozkirin û cejngirtin.

Xelkê Iraqê li heyama Newrozê diçin nav siruştê û li Bexdayê jî Bostaneke mezin bi navê El-Zura dibe cihê civîna xelkê bona lidarxistina Cejna Newrozê.

Eyda Newrozê ku cejneke aryayî û îranî ye li 12 welatên cîhanê bi fermî tê naskirin û li neh welatên wekî Îran, Efxanistan, Tacîkistan, Komara Azerbaycanê, Uzbekistan, Tirkmenistan, Qezaqistan, Qirqîzistan û Albanyayê bi vî navî Newroz di nav rojhejmara wan cih girtiye û roja Newrozê li wir betlaneya fermî ye.

Civata Giştî ya NY jî 23 Çileya 2010 bi pejirandina biryarnameyekê roja 21 Adarê di çarçova madeya 49 ya Manîfesta NY û ser navê Çanda Aştiyê wek «Roja Cîhanî ya Newrozê» bi nav kir.

Başa dön tuşu