FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê qedirgiran ê cihana Islamî: Tevî ku piştgirên Rêjîma Sîyonîst bi awayekî berdewam qeyranan bi rê dixin jibo ku meseleya Filistînê were jibîrkirinê, ev warê pîroz bi bereketa berxwedanê û têkoşîna gel û komên filistînî yê were azadkirinê

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê pêgîrî kir: Tevî ku piştgirên Rêjîma Sîyonîst bi awayekî berdewam qeyranan bi rê dixin jibo ku meseleya Filistînê were jibîrkirinê, ev warê pîroz bi bereketa berxwedanê û têkoşîna gel û komên filistînî yê were azadkirinê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilabê, hezretê ayetulah uzma Xamineyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro nîvro li hevdîtina digel Remezan Ebdulah Şeleh sekreterê giştî yê Tevgera Cihada Îslamî ya Filistînê û taxima pêra got, tenha riya rizarkirina Qudsa şerîf têkoşîn û berxwedan e û riyên din bêencam in.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî herwiha got: Rêjîma Sîyonîst çawa ku me berê gotîye, heke filistînî û misilman bi awayekî hevgirtî li hemberî sîyonîstan têkoşîna xwe bidomînin, yê mideha 25 salên pêşda tinebe.

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî “ zorbêj û şeytanê mezin“ anku Amerîka sedema sereke ya pirsgirêkên berfire yên navçê bi nav kir û bal kişand ser destwerdanên şeytanên piçûk li navçê jibo birêxistina qeyranên heyî û got: Armanca wan gişkan eva ye ku mesela Filistînê li nav raya giştî kêmreng bibe û ji bîra miletan here.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê tevî mijûlbûna têkildarî hin meseleyên navçê, hertim û bi awayekî zelal ragihandîye ku Filistîn meseleya yekem a cehana islamê ye û erkên xwe di vî warî da cih tîne.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê ji ber plana dehxalî ya Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jibo tifaq û berxwedana li hemberî sîyonîstan kêfxweşîya xwe dîyar kir û got: Pêkutîya ser têkoşînê, qebûlnekirina tam a peymanên sazişê, israra ser yêketîya komên filistînî û şermezarkirina hewldana hin welatên paşvero jibo sazişa ligel dijmin, ji xalên girîng ên vê planê ne.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyîpêkutî kir ku divê ev plana cih were û got: Bêguman hin kes hene ku pêisparteya wan eva ye ku nehêlin ev plana dehxalî ya Tevgera Cihada Islamî pêk were, lewma divê baldar bin ku ev plana ser kaxizê nemîne û li pişt pesindayînên destpêkê, bere bere neyê jibîrkirinê.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî herwiha got: Yek ji meseleyên herîgirîng ên navçê, sekinîna giştî li hemberî komên tekfîrî yên wek DAIŞ, Cebhetunusre û komên din e, ji ber ku heke wiha nebe, meseleya Filistînê yê bi hegera qeyransazîya berdewam a tekfîrîyan ji rojevê derkeve.

Remezan Ebdulah sêkrêtêrê giştî yê Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê jî qedrê rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ji ber helwêstên wêrekane û maqûl li bara armanc û gelê Filistînê girt û bal kişand ser jordaçûna asta hêz şêrr a komên berxwedêr ên filistînî anegorî ya şerê 50 rojî di sala 2014`an da ku Rêjîma Sîyonîst li dijî Zîvala Gezê destpê kir û got: Filistîn, warekî çarenûsaz e û heta dema ku mafê xwedîyê wî neyê dayînê, navçe aram nabe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu