NûçeÎranRojhilatanavin

Admiral Şehram: Firokeya 86-an a deryayî pozîsyona Îranê wekî hêzek deryayî ya cîhanî bihêz kir

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê Admiral Şehram Îranî ragihand ku aboriya deryayî yek ji karên sereke yên welatan e û got: Firokeyên deryayî yên 86`an pêgeha Îranê wek yek ji hêzên deryayî li Rojavayê Asyayê û cîhana Îslamê bihêztir kiriye.

Emîral Şehram Îranî li konferansa ronîkirina destkeftên 86mîn firqeya deryayî ya artêşa Îranê got: Bi dawîhatina serkevtî ya erkê koma 86`an xaleke zivirînê ji bo hêza Komara Îslamî ya Îranê tê hesibandin.

Wî her wiha got, tevî hemû gefên ku dihat çaverêkirin di vê erkê de rû bidin, firqeya deryayî ya 86`an bi awayekî serketî erkê xwe bidawî anî.

Wî destnîşan kir: Dema ku firqeya deryayî ya 86`an ala Komara Îslamî ya Îranê li peravên Amerîkayê bilind kir, %90 ji aliyên rojavayî di peyamên xwe de peyva “qeyikê” ji bo vê keştiyê bi kar anîn, ji ber ku di wê baweriyê de bûn ku Îrana Îslamî ne û ne xwediyê şiyaneke wiha ye, lê îro gihîştine vê encamê ku Îran xwediyê van şiyan û kelûpelan e.

Wî got: Aboriya okyanûsê ji bo hemû welatan mijareke pir girîng e û diyar kir: Birastî jî aboriya deryayan di bîst salên bê de pêşhatên cîhanî, avhewa, jîngeh û teknolojiyê li xwe digire.

Başa dön tuşu