NûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîkayê li Sûriyê bombeyên qedexe yên fosforî bi kar anîn

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê bombeyên qedexe yên fosforî rijandine ser gundê Baxûzê yê parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê.

Ajansa fermî ya ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê Yekşemiyê bi şev ragihand ku li vê bombebaranê hejmareka welatiyên sûrî ji wan çend jin û zarok hatine kuştin.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê pêştir jî bi caran navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê ji wan parêzgeha Dêrazorê bi bombeyên qedexe yên fosforî dane ber êrîşên xwe.

Li wan êrîşan jî bi dehan welatiyên sivîl ên sivîl bi destê Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê hatibûn kuştin.

Başa dön tuşu