CîhanEwropaNûçe

Agir bi Dêra Notre Dame ya li paytexta Fransayê Parîsê derket

Şeva borî li paytexta Fransa Parîsê agir bi Dêrta Notre Dame ket û agir heta çendîn saetan dewam kir. Ligor zanyariyan banê dêrê şewitiye û hatiye xwarê.

Herwiha Walîtiya Parîsê jî aşkere kiriye tîmên hawarçûnê û ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûn û hewl dan agir vemirînin.

Dêra Notre Dame yek ji dêrên herî qedîm a Ewropayê li Parîsê ye û weke yek ji semobolên Parîsê ye. Ji bo gelek berhemên dîrokî ew bûye çavkanî. Her sal bi hezaran tûrîst bo dîtina wê dêrê û cihên din ê dîrokî li Parîsê serdana Fransayê dikin. 

Başa dön tuşu