ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Bexdayê ji Îran û Tirkiyê xwest ku sînorên xwe tev Herêma Kurdistanê girêdin

Dewleta navendî ya Iraqê ji Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê xwest ku sînorên xwe li ser Herêma Kurdistanê girêdin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, wezareta karên derve ya Iraqê êvara îniyê bi daxûyaniyekê ragihand ku dewleta Bexdayê bi awayê fermî ji balyozxaneyên Îran û Tirkiyê xwestiye ku sînorên xwe li ser Herêma Kurdistana Iraqê girêdin.

Li daxûyaniya wezareta karên derve ya Iraqê hatiye destnîşankrin ku “Îran û Tirkiye bila hemî danûstandinên xwe yên ticarî bi taybet li warê niftê digel Herêma Kurdistana Iraqê bi dawî bînin”.

Wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniya xwe ji Komara Îslamî ya Îran ê û Tirkiyê xwest ku ji niha û pêda tenê digel dewleta navendî ya Iraqê danûstandinê pêk bînin.

Pêngava dewleta Iraqê ji bo girêdana sînorên Herêma Kurdistana vî welatî piştî lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li vê herêmê hatiye rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu