ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa balafirên hevalbendîyê ser tazîdarîya gelê Kerkûkê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êrişa balafirên hevalbendîya navnetewî ser cihê tazîdarîya gelê Kerkûkê bi tundî şermezar kir.

Li gorî rpaora ajansa nûçan a Tesnîmê, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî tevî şikdarzanîna vê êrişê ku di encamê da bi dehan kes ji gelê bêguneh ê Iraqê şehîd û birîndar bûn, xwest ku berûlayên curbicur ên vê karesatê bên zelalkirinê û fermander û cihînerên wê bersivê bidin.

Qasimî sersaxî da gel û dewleta Iraqê û xwe şirîkê xema malbatên gorîyên vê kuştina necanmêrane zanî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêkutî kir ku êrişa ser geê bêguneh û tazîdar bi tu hecetekê nayê pejirandin û gelê êşkişandî yê Iraqê nabe ku ji alîkî va bikevin ber êrişên têrorîswtan û ji alîyê din va bikevin ber bombebarana hêzên bîyanî ku bi idia û heceta têkoşîna li hemberî têrorîstan li Iraqê cirîdê dikin.

Di encama êrişa hewayî ya duh a hevalbendîya xwedêgiravî dijî DAIŞ`ê ser mizgevtekê li devera Daqoqê, li başûra Kerkûkê da, 20 kes ji wan çend jin û zarok hatin kuştinê û 45 kes jî birîndar bûn ku tê gotin rewşa hinekan xedar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu