CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: ”Nabe Amerîka li Iraqê baregeha leşkerî ava bike û me ev daxwaza wan qebûl nekir”

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê di axaftina xwe ya civîna çapamenî de got: “Nabe Amerîka li Iraqê baregeha leşkerî ava bike û me ev daxwaza wan qebûl nekir. Balafirên koalîsyonê niha ji baregehên leşkerî yên welatên cîran tên. Berê rêvebiriya baregehên leşkerî di destê Amerîkayê de bûn niha ev biryar di destê iraqiyan de ye.”

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me daxwaza Amerîka ya avakirina baregeha leşkerî li Iraqê qebûl nekir. Berê rêvebiriya baregehên leşkerî di destê Amerîkayê de bû, lê niha ev di destê iraqiyan de ye. Balafirên koalîsyonê niha ji welatên cîranan tevlî operasyonê dibin. Li gorî amareyên ber destê min 5 hezar û 200 leşkerên amerîkî li Iraqê hene û yek ji van jî li bejê tevlî operasyonan nabin, zêdetir di fealiyetên şêwirmendî, perwerde û di arastekirinê de cih digirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu