CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

20 hezar bêmal û bêkes ji bo peşbirkê ji bajêr têne deranîn

Li gorî nûçeya rojnameya Vesti ya Ûkraynayê, rêvebiriya Kievê ji bo Eurovisionê tevlî operasyoneke taybet dibe. Hemû kêsên bêmal ên li bajêr ji bo ku mêvanan aciz nedin dê wan derxînin derveyê bajêr. Polîsê bi navê Sergey di axaftina xwe de got: “Em nizanin ê wan bibin kuderê, lê em dizanin wê operasyoneke wiha pêk were. Dibe em wan li derveyê bajêr deynin cihekî vala jî.

Ji aliyê din ve Seroka Daîreya Departmana Çapamenî ya Polîsê Kievê Yana Semenyuk jî di axaftina xwe de got:”Ji bo operasyonê xebatên me didomin.”

Herwiha li gorî Wezareta Polîtîkayên Civakî ya Ûkraynayê li bajarê Kievê zêdetirî 20 hezar kesên bêmal dijîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu