NûçeÎranRojhilatanavin

Muhafizên Şoreşa Îranê li parêzgeha Erdebîlê şaneya dijmin rûxandin

Dezgeha istixbaratî ya Supaya Pasdarên Îranê li parêzgeha Erdebîl a bakurê rojavayê Îranê ragihand, ku şaneke girûpên dijî Şoreşa Îslamî li wê parêzgehê hat jinavbirin û 3 endamên wê jî hatin girtin.

Li gor daxuyaniyekê ku roja Pêncşemê ji aliyê dezgeha îstixbarata Pasdaran ve hatiye belavkirin, vê şanê çendîn grûp ava kirine da ku asayişa niştimanî bikin armanc, sabotaj bikin û bi molotofekê mal û milkên giştî û leşkerî bişewitînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên qehreman ên Dezgeha Îstixbarata Pasdarên Şoreşê bi çavdêrîkirin û şopandina operasyonên sîber û îstixbaratî karîne 3 endamên şanê li bajarê Erdebîl bigirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hucreya navborî plan dike ku li ser malperên tora civakî hesabên cuda veke da ku nûçeyên derew derxîne, raya giştî tevlihev bike û bixapîne, aloziyên li welêt manîpule bike, ji bilî pêkanîna çalakiyên sabotajê.

Başa dön tuşu