ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê beşa Ewropa û Amerîkayê ya wezareta karên derve ya Îranê got: Têhran dema ku Rêketinama Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bikeve ber xeterê, yê bertekeke guncav nîşan bide

Mecîd Textrewançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja ligel nûçegihanê ajansa nûçan a ISNA`yê, bal kişand ser biryarên vê dawîyê yên delweta Amerîkayê li dijî Îranê û pêkutî kir: Amerîkî ji imkan û şîyanên pêşîlêgirtinê yên Îranê haydar in, lewma nabe bi biryarên neberaqil ku Rêketinama Navokî dixin ber xeterê, derbasî mijarekî bibin ku dawîya wê poşmanî ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li bara helwestên ewropîyan li bara sîyasetên Amerîkayê li hemberî Rêketinama Navokî jî got: Welatên ewropî bi aşkirayî ragihandine ku ew ne ligel muzakireya dubare yan binpêkirina rêketinama navokî ne.

Textrewançî kiryara amerîkîyan ya tirsandina bankên mezin ên ewropî ji peywendîya ligel Îranê û pêkanîna atmosfera nepêbawerîyê berovajî soza wî welatî jibo cihanîna serketî û kêrhatî ya rêketinama navokî zanî û got: Asayî ye ku di rewş û atmosfereke wiha da bankên ewropî meylê jibo hevkarîya ligel Îranê nîşan nedin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Rêketinama Navokî destkevta muzakirên navnetewî bi encama qazanca her du alîyan bûye û vê rêketinamê destkevtên baş jibo hemî alîyên wê hebûne.

Bi dû destpêkirina cihanîna Rêketinama Navokî, Amerîkayê hertim ew binpê kirîye. Bêsozîya herî dawîyê ya Amerîkayê jî eva ye ku wezareta xizînedarîyê ya vî welatî duh bi daxûyanîyekê navê 25 kesayetîyên din ên sivîl û berpirs xist nav lîsteya boykotên Amerîkayê li dijî Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu