ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Alîkarê serokê Heşda Şebîyê: Heke piştgirîyên Îranê neba em nedigihîştin destkevtên roja îro

Alîkarê serokê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê tevî ku qedrê Komara Isamî ya Îranê û Hizbulaha Libnanê bi hegera piştgirîya ji hêzên hanê girt, got: Heke piştgirîyên Îranê û Hizbulaha Libnanê neba, me nedikarî destkevtên roja îro bidest bixin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Ebûmehdî Mihendis alîkarê serokê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê herwiha got: Heke Îran û Hizbulaha Libnanê pişta Iraqê û hêzên Heşda Şebî negirtina, em nedigihîştin destkevtên roja îro.

Wî herwiha gto: Komara Islamî ya Îranê û Hizbulaha Libnanê derbasî Iraqê bûn û bi awayekî rasterast hevrêtîya hêzên Heşda Şebî kirin ta ku em destkevtên roja îro bidest bixin.

Alîkarê serokê hêzên Heşdi Şeibî li dewamê bal kişand ser vîya ku ew ê di pêşeroja Iraqê da tûşî fitneyên sîyasî û firqeyî bibin, got: 35 hezar têkoşerên êzidî, mesîhî, tirkmen û birayên me yên sune hêzên Heşda Şebî pêk tînin.

Wî li dawîyê got: Amerîka dixwaze li Iraqê bimîne û hêzên amerîkî dixwazin bizvirin Iraqê û li sînorên Urdinê bicih bûne ta ku ji wir va derbasî Iraqê bibin, ji ber ku sîstemên mûşekî li wir bicih kirine.

Başa dön tuşu