IraqNûçeRojhilatanavin

Berhem Salih: Hewlêr û Bexda bila Helebçê avabikin

Serokkomarê Iraqê li sefera Helebçê destnîşan kir ku divê dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê, hemî hêza xwe bona gîhandina xizmetan bo vê navçê û çareserkirina pirsgirêkên Helebçê û bidestxistina mafên vê parêzgehê bi kar bînin.

Berhem Salih serokkomarê Iraqê ku duh sefera Silêmaniyê kiribû îro yekşemiyê 28 Cotmehê seredana Helebçê kir.

Wî li seredana  Helebçê çû ser ziyareta goriyên  bombebarana  kîmyawî ya Helebçê û li press konferansekê got ku kirîna  Helebçê wek parêzêgeh, peyameke  giring ji aliyê dewleta Herêam Kurdistanê bûye û piştrastkirina  wê jî ji aliyê dewleta Iraqê pir giringiya xwe heye.

Berhem Salih destnîşan kir ku divê dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê hemî hêza xwe bona gîhandina  xizmetan  û avedankirina  Helebçê û çareserkirina  pirsgirêkên vê navçê bi kar bînin.

Wî her wiha destnîşan kir ku divê Hewlêr û Bexda bona cihhatina  mafên qanûnî yên Helebçê hewl bidin û  ev parêzgeha  bibe sembola avedankirin û jiyana hevpar a  bi aşitî.  Wî Helebçê xwediyê cih û şûneke  siyasî, civakî, çandî û wêjeyî ya taybet li Iraq û Herêma  da zanîn û got: Çand û wêja vê navçê ser hemî Herêma  Kurdistanê û çend nifşên din  bi bandor bûye.

Başa dön tuşu