AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê got: Rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 belgeyekî navnetewî ye

Sergeyî Riyabkov Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev Mêhdî Senayî baylozê Komara islamî ya Îranê li Moskovayê ragihand ku rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 belgeyekî navnetewî ye û rûpelekî nû ji dîroka peywendiyên Îranê tev welatên cîhanê ji wan Rûsiyayê ye.

Riyabkov bal kişande ser birêketina komîsiyona Bercamê li Viyenayê û got: Rûsiya bi hêz û qawet pişkdariya vê civînê kir û destnîşan kir ku pêwîste hemû aliyên vê rêketinnamê soz û qirarên xwe bibaşî cih bînin.

Rûsiya ji endamên hertimî yê Kunseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî û şirîkê gotûbêjên navokî yên di navbera Îranê û grûpa 5+1 e.

Her çend Komara islamî ya Îranê heta niha hemû soz û qirarên xwe gor rêketinnama navokî cih aniye lê Amerîka heta niha sozên xwe yên vê rêketinnamê cih neaniye û heta boykotên 10 salî yên dijî Îranê jî dirêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu