ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Aliyên beşdar li civîna muzakirên aşaitiya Sûriyê li Astanê, paytexta Qezaqistanê li daxûyaniya xwe ya dawiyê ser piştgiriya ji yekperçetiya erdê Sûriyê û rawestana li ber terorîstan tekez kirin

Li daxûyaniya dawiyê ya civîna  muzakirên  aşitiya Sûriyê li Astana Qezaqistanê ku îro berêvarê ji aliyê Xîret Ebdulrehmanov, wezîrê karên derve yê Qezaqistanê hat xwendinê,tekez kiriye: Ev muzakire dê bibin destpêkek jibo muzakirên  rasterast navbera dewleta Sûriyê û neyarên sûrî û civîna  Astanê li serketinên muzakirên  Jinêvê dê rola xwe hebe.

Li vê daxûyaniyê hatiye tekez kirin: Muzakirên  aşitiya Sûriyê li gor biryarnamên  navneteweyî divê bi zûtirkê destpê bibe û ser beşdariya  grûpên  çekdar li muzakirên  Jinêvê hatiye tekezkirin.

Li vê daxûyaniyê ser parastina yekperçetiya erdê Sûriyê li gorî  biryarnamên  NY û her wiha dewama muzakirên siyasî di navbera dijberan û hikûmeta Sûriyê li gorî biryarnama  2336 a Konseya ewlehiyê hat tekezkirin û her cure çareserkirina  eskerî ya qeyrana Sûriyê hatiye betalkirin û hatiye: Divê pevçûnên  li Sûriyê li gorî biryarnama 2254an  a Konseay ewlehiyê û pêşniyarqanûnên  civînên  welatên  alîgirê Sûriyê dawî bibe û rê jibo giahndina  alîkariyê bo xelkê şerlêxistî yê vî welatî li gor biryarnama 2156 xweş bibe.

Li daxûyaniya dawiyê ya civîna Astanê her wiha ser dewama muzakirên siaysî jibo bidestxistina  mekanîzmekê bi armanca  guhestina  qawertê li Sûriyê li gorî biryarnameyên 2318 û 2254an  a Konseay ewlehiyê hatiye  behskirin ku dikare  dawiyê bide pevçûnên  Sûriyê.

Her wiha li gorî vê daxûyaniyê ser agirbesê li hemî axa Sûriyê û pêkanîna  taximeke çavdêrê jibo çavdêriya ser cihanîna  durusta vê agirbesê hatiye liehvkirin. Agirbes li Sûriyê navçên di bin kontrola grûpên terorîstî yanî DAIŞ û El-Nusrê nagire ber xwe.

Li daxûyaniya dawiyê ya civîna Astanê ser destpêkirina muzakirên siaysî yên Sûriyê li Jinêvê bin çavdlriya NY li 8 Sibata 2017an jî hatiye tekezkirin.

Muzakirên  li bara qeyrana Sûriyê roja duşemiyê li bajarê Astanq Qezaqistanê bi însiyatîva Komara Îsamî ya Îranê, Rûsiyê û Tirkiyê destpê bû û berêvariya sêşemiyê bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu